KURSA MAMOSTETÎ YA GOVENDÊN KURDÎ – POLA HOSTAYAN – MASTER CLASS

KURSA MAMOSTETÎ YA GOVENDÊN KURDÎ – POLA HOSTAYAN – MASTER CLASS

Di hefteyê de rojek, 2 saet.

Yekûn: 4 meh, 16 ders, 32 saet.

Mamoste: Arjen Brûsk.

Serlêdan, ders û yekûna pêvajoyê dê serhêl/online bêne kirin.

Hûn dikarin ji her derê cîhanê bi online beşdarî bernameyê bibin.

Serlêdan û têkilî:

govendistanbul@gmail.com

Ji bo beşdarî bernameyê bibin, hûn dikarin Nameya Serlêdana xwe tevî agahîya têkiliyê, dîrok û tecrubeyên xwe yên dans, perwerdehî, performans, xwendin, ezmûnên xebatê, armanca beşdarbûna qursê û armancên xwe yên di vî warî de, tevî xebatên xwe û lînkên dîmenên xebatên xwe bi şandina e-mail ji govendistanbul@gmail.com re, serlêdanê bikin.

Dema ku serlêdana we were pejirandin, hûn ê ji bo mûlakata serhêl/online werin vexwendin û heke hûn di azmûna dansê de serketî bibin, hûn ê bikaribin beşdarî bernameyê bibin. Ger hûn di azmûna dansê de bisernekevin, emê ji we ra kursên govendê yên bingehîn û asta destpêkên dansê, rîtm û muzîkê û perwerdehiyê pêşniyar bikin. Kursên govendê yên asta destpêkê wê di wexteke din de werin ragihandin.

Di serîlêdanê de çi lazime:

1 – Nameya Serlêdanê.

2 – Xebatên we, lînkên ku karê we nîşan didin.

ARMANCA KURSÊ

Armanca kursê ew e ku di warê govendên kurdî de ku bi kurs, çalakî û projeyên me dest bi belavbûnê kirine, mamosteyên xwedî agahîyên zanistî û bikêrhatî perwerde bibin. Xwendekarê ku kursa me bi serketî biqedîne, dê bikaribe li her derê kursa govendên kurdî bike, li ser tevahiya erdnîgarî, zimên û termînolojîyên dansê û çandî û zanistî xwedî agahîyên zanistî bibe. Wê bikaribe di warê govendên kurdî de xebatên zanistî û hunerî bixebite û pêş bixe. 

Armanca vê xebatê ji bo kesên ku dixwazin di warê perwerdehiya dansê de û perwerdekirinê de û di sêwirandinê de bixebitin û kesên ku dixwazin di qada profesyonel de û di qadên akademîk de bixebitin û pêş bikevin re, destpêka amadekariyeke teknîkî, teorîk, pratîk, lêkolînê ye.

NAVEROKA KURSÊ: 

Di bernameyê de beşên teorîk, teknîkî û pratîkî hene, gavên bingehîn ên govenda kurdî, tevger û cihêrengiya herêmî vedikole. Em di vê xebatê de bala xwe didin ser dans, mûzîk, rîtm, zanist, dîrok, çand, huner û govendên kurdî. Tevahiya bernameyê ku 4 meh e, dê li ser lêkolîn û analîza berfireh a dansên kurdî bi rêbazên zanistî ye. Zimanê perwerdehiyê di serî de wê bi termînolojiya govenda kurdî be.

ZIMAN: 

Beşdarvan dê qasî ku xwe bi Kurdî bikaribin îfade bikin û bi Kurdî bikaribin dersa govendê bikin, fêrbûna xwendin û nivîsandina Kurdî bixebitin.

DÎROK: 

Kurs serdemên dîrokî bi rengek kurtkirî, ji paşerojê heya îro, vedihewîne.

ERDNÎGARÎ: 

Beşdar dê herêmên ku govendên kurdî lê derketine, pêş ketine, cihêreng bûne û hevbandorî bûne bixebitin. Cûdatî, wekhevî û xalên cihêrengî yên di navbera herêman de û rengvedana wan di govendên kurdî de dê werin xebitîn.

ÇAND Û HUNER: 

Kurs li ser aliyên çandî û hunerî de disekine da ku mamosteyan bi cîhana çand û hunera Kurdî re bide nasîn.

DANS: 

Di dirêjahiya bernameya 4 mehan de, beşdar dê li ser termînolojiya govenda kurdî dansên bingehîn ên hemî herêman bixebitin. Armanca qursê ew e ku alîkariya mamosteyan bike ku rêbazên xwe yên lêkolîn, fêrbûn, hînkirin, afirandina dansê, û improvizasyonê pêşve bibin.

DANS-RÎTIM-MUZÎK-PERFORMANS:

Bernameya perwerdehiya bingehîn a rîtm û mûzîkê, cureyên rîtm û muzîkê, cure, rîtm û muzîka herêmî, rîtm û mûzîka dansê, û muzîk û analîzên dansa kevneşopî ya kurdî vedihewîne. Têkiliya di navbera rîtm, dans, mûzîk û performansê de wê were vekolîn û wê li ser beden û daholê de rîtmên di govenda kurdî de were xebitîn.

MEZÛNÎYET: 

Piştî ku îmtîhana nirxandinê ya di dawiya qursê de bi serketî biqede, beşdar wê ji Bernameya Bingehîn a Kursa Mamostetî ya Govenda Kurdî a 4 mehan mezûn bibin. Mezûnên bernamê dikarin li her derê mamostetîya govendên kurdî bikin, dikarin kursên govenê çêbikin. Di dawîya kursê de ti belgeyek fermî nayê dayîn, lê referans û karûbarên şêwirmendiyê hene. Piştî bernameyê, xebata berdewamîyê dikare bi hûrguliyek teorîkî û pratîkî ya 16-mehî li ser perwerde, lêkolîn û pêşkeftinê were meşandin.

DERFETÊN KAR Û ÎMKANÊN DIN: 

Mezûn dê jibo çaraliyê cîhanê pêşniyarên kar, derfetên karsaziyê, û karûbarên şêwirmendiyê bistînin. Dikarin ders û projeyên govendê çêkin, dikarin beşdarî festîvalên dansê yên navnetewî bibin û rêyên akademîk bişopînin. Mamosteyên ku di dibistanan de di branşên cuda bi cuda de dixebitîn, dikarin li dibistana xwe de bi xwendekar û mamosteyên dibîstanê re ekîbên Govendên Kurdî û hevkarîkirina projeyên perwerdehî û hunerî û hwd bikin.

PÊVAJOYA SERLÊDANÊ Û QONAXÊN PEJIRANDINÊ

Serlêdana we, digel pêvekên pêwîst, dê were vekolandin, û heke were pejirandin, hûn ê ji bo mûlakateke serhêl û ezmûneke dansê werin vexwendin. Piştî ku ezmûn bi serketî qediya, hûn dikarin beşdarî bernameyê bibin. Di dema ezmûn neserketî de, dê ji we re kursên govendê yên asta destpêkê bêne pêşniyar kirin. Pêvajo ji serlêdan, nirxandin, mûlakat, ezmûn, encam, plansazkirin, destpêka dersên dansê, xebatan, pêşkêşî, ezmûn û mezûnbûnê pêk tê.

DEMA SERÊDALÊNÊ ÊÛ PÊVAJOYA XEBATÊ

Serlêdan dikarin ji her deverê gerdûnî werin şandin. Piştî ku serlêdan were pejirandin, dê nexşeyek xebata hevpar li gorî cîhê we, ferqa demjimêra deverê, û şert û mercên gelemperî yên di dema serîlêdanê de were destnîşankirin.

NIMÛNEYA NAMEYA SERLÊDANÊ

“Silav, ez [Navê Te] me, li [Bajarê Te] ji dayik bûme û mezin bûme. Ez di [Perwerdehiya Te] de paşerojeke min heye, û ez niha li [Karê Te] dixebitim. Di warê dansê de ez di [Tecrubeyên Dans a Te] de cih girtim, û ez di [Şêweyên Dansên Te] şareza me. 

Ez dixwazim beşdarî Kursa Perwerdehiya Mamostetîya Govendên Kurdî bibim [Armanc û Daxwazên We]. Pêvekirî dîroka dansa min yên nivîskî û dîtbar ên ku xebata min nîşan didin, û girêdanên têkildar hene. Ez bi kelecanî li benda beşdarîbûna bernameyê me.

Nav, Têkilî [Jimareya têlefonê, Navnîşana te]

Pêvekirî:

+  Dîroka dansê te – bi salan. 

+ Pelên nivîskî û dîtbar ên ku kar, girêdan-lînkan nîşan didin. 

+ Her not an pirsên ku tu dixwazî diyar bikî.

Ligel rêzê,

…[Navê te]”

Nameya serîlêdanê: govendistanbul@gmail.com

#arjenbrusk #kursagovendê #govendkursu #kurdishdance #online #govend #kurdish dance #istanbul #kurdistan #turkey #syria #iraq #iran #middlerojhilat #asia #japon #unitedkingdom #europe #europeunion #america #unitedstates #northamerica #southamerica #latinamerica #africa #australia #okyanûsa #online

Leave a comment