Çîyayê Nemrûd

Nemrut_Mountain_Peak

Çiyaê Nemrûd çiyayekî li parêzgeha Semsûrê li başûr rojhelatê Anatolîê ye.

Ew 76 km li bakur rojhilata Semsûrê, nêzîke Kolikê ye. Ew çiyaya di rêza çiyayê Toros de ye û bilindahîya xwe 2.250 m. ye.

Li ser tapika wî parêzgeh û gora Keyên Komegene hene. Ew ji alîya keyê Komegene Antioqos I û bavê wî Mithradates I hatî bû çê kirin. Ew ji bo wek nîşana aşitîya êzidokên yewnan û persan hatî bû ava kirin.

Antiochos ji pê li textê rûnişt re navlêka Theos (yewnanî: xwedê) li xwe kir. Dema beré ku navé wira Kommagene bû, I.Mithradates dewletén bajaré Kurda li hev di hani u kir dewleteké mezin.

Peymana aşitîyê yekemin li wira çé bû, rojhilat u rojava li wira desté xwa gihand hev u 250 salén bi aşitîyé derbas bû. “Kommagene” bi zimané Kurdi ye u wate xwe ji: Koma-genne (koma gelê mirovan u dewletan – koma gen-giya-gişk).

Ew demeke dirêj bîr bû di 1881an de ji alîya endazeyarekî elman Karl Sester hatî bû dîtîn. Kolînên wê yên arkeolojîk heta 1953an dewam kirî bû. Di 1987an de UNESCO ew têxiste Mîratên Aborîya Dinê. Li bilindahîya parêzgere 50 m û firahîye xwe 150 m ye. Li ser çiyayê Nemrûd sê banokeyan rojhelat, rojava û bakur hene. Plana runiştinê. Li rojava peykerên mezin û rolyef hene. Banokeya Bakur Banokeya bakur cîhê ku serdanên parêzgeha li kom dibûn.

Banokeya Rojava Li banokeya rojava penc peykerên runiştîyên bi bilindahîya 9 m hene. Ew banoke cihîye herî pîroza parêzgehe bû. Peykerên wir û bi rojhelat ve yek hevin, lê karkerîyên wan hîn pir in.

Li wir peykerên Antiochos I û êzidok Tîke, Zeus-Ahura Mazda, Apollon-Mithras-Helios-Hermes Û Herakles-Artagnes-Ares hene. Banokeya Rojhelat Li vê Banoke penc peykera êzidokan hene.

Ewna ji çep de berve rast bi navê xweyên yewnanî farsî wiha ne: Apollon / Mithras / Helios / Hermes Xwedawane Kommagene Zeus / Oromasdes Ezidok-Key Antiochos I Artagnes / Herakles / Ares

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google photo

You are commenting using your Google account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s